Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma got: “Rêjîma Esed a tawankar hîn bi şêweyekî ne exlaqî serederiyê bi tevaya Sûriyê re dike, û guh nade sosret û kirîzên ku wê bi dirêjiya salên borî ji gelê Sûriyê çêkirine, û bi awayekî dûrî rastiya rewşa Sûriyê li ser medya xwe derdikeve û behsa partiyan û komîteyan û desthilatê dike!”
Rehma tekez kir, “Ew derewên ku rêjîm hewl dide belav bike, bi tevahî eşkere ne. Her kes dizane ku partiya bi navê Be’as li Sûriyê heman rêjîma Esed e û ne pêkan e ku ew ji hev cuda bibin.”
Rehma bal kişand ser wê yekê ku ji dema derbeya Partiya Ba’as a sala 1963an ve li Sûriyê û hatina Hafiz Esed ê têkçûyî li ser desthilatê, Sûriya kete tunelek tarî de, dadwerî nema, serkutkirin, kuştin, girtin û wendakirinê tevaya Sûriyê vegirt, û Beşarê tawankar rewş xerabtir kir, bi bikaranîna çekên kîmyewî, bermîlên teqîner û pêkanîna tawanên kesnedî, ji ber ku ji wê demê ve Sûriya bûye welatê yek-partîya ku dest daniye ser tevaya dewletê, di nav de hikûmet, artêş, dezgehên ewlekariyê, ragihandin, aborî û tevaya aliyên din.
Rahma tekez kir ku gelê Sûriyê qurbaniyên mezin dan ji bo rizgarbûna ji rêjîma Esed û kontrolkirina yekalî, û bidestxistina azadî, pirrengiya siyasî û serweriya yasayê, û gelê Sûriyê li ser helwesta daxwazên xwe yên rewa ye û sûr e li ser pêkanîna dadwerîyê di riya dadgehkirina rêjîma Esed li ser tawanên wê yên dijî sûriyan pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî