Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, civîneke bi serkirdayetiya Rêxistina Asûrî ya Demokratîk re bi serokatiya berpirsê Rêxistinê Cebraîl Mûşê Goriye lidar xist, û pê re pêşhatên dawî yên meydanî û rewşa siyasî yên dosyaya Sûriyê gotûbêj kirin.
Di civînê de cîgirên serok Ebdulmecîd Berekat û Dîma Mûsa û hevrêzkarê Desteya Pêwendiyên Derve Ebdul Ehed Stêfo ku nûnerê Rêxistinê di hevpeymaniyê de ye, û cîgirê berpirsê rêxistina Asûrî ya Demokratîk Beşîr Sa’dî, û endamê ofîsa cibicîkar a rêxistinê Gewriyê Şabo, û endamê desteya giştî ya rêxistinê Gebro Romanos, û endamê ofîsa peywendiyan a rêxistinê li Sûriyê Qiryaqos Gewriyê amade bûn.
Hevbendiya Niştimanî ev civîn li ser bingeha giringîpêdana hevkarî û hevahengiyê û mukumkirina têkiliyan bi tevaya pêkhateyên gelê Sûriyê re lidar xist, ji bo karkirina bi hev re bi armanca parvekirina berpirsyariyan û hevtemamkirina rolan ji bo guhertina ketwara Sûriyê û zêdekirina guhdana navdewletî bi dosya Sûriyê ji bo bicîanîna biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê, bi taybetî daxwiyaniya Cenêvê û herdû biryarên 2118 û 2254.
Beşdaran tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e piştî vê civînê, civînên rolane yên din ku hemû endamên Rêxistina Asûrî ya Demokratîk tê de beşdar dibin werin lidarxistin, ji bo bihêzkirina pêwendiyan û naskirina karînên li Sûriyê hene, û yekkirina wan di nav nêrîneke nû de ku dawîyê li rewşa perçebûnê bîne û nexşeyekî ji bo peywendiyan saz dike, û bingeha qonaxeke nû ya projeyekî niştimanî yê yekbûyî deye.
Beşdaran rewşa navçeyên rizgarkirî û pêşketinên di plana hevbendiya niştimanî û hikûmeta wê ya demkî de ji bo pêşvebirina bakurê Sûriyê û geşkirina berhemdanê û rewşa aborî, peydakirina derfetên kar, başkirina xizmetguzarîyê û rewşa jiyanê, mukumkirina dadweriyê û dezgehên rêvebirinê nirxandin.
Civîngeran li şiroveya Rêxistina Asûrî ya Demokratîk derbarê rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî herêma Cezîrê û nêrîna Rêxistinê li ser paşeroja pêvajoya siyasî guhdarî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî