Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî, çalakiyek bi boneya bîranîna bêncemîn ya dijminkariya Rûsiya li ser xaka Sûriyê di hundir navenda rewşenbîrî li bajarê Ezazê li gundawerê Heleb lidar xistin.
Û di çalakiyê de Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî û Endamê Desteya Siyasî, Yasir Elferhan û Wezîrê Dadê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Ebdellah Ebdusalam, amade bûn, her weha hejmarek mezin ji xwedanên çalakiyên şorşgerî û sivîl û saziyên hikûmetê û encûmanên xwecihî û sendîke û yekîtiyan amade bûn.
Û amadebûyan tekez kirin ku Rûsiya li kêlek rijêma Esed dijî hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de sekinî, û tewanên rijêmê û komkujiyên wê di Encûmena Ewlekariyê de veşartin, ew jî di riya bikaranîna 16 caran ji mafê dengdanê Veto re.
Û tevayan tekezî li ser berdewamiya kar ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûrî kirin, her weha şikandina zordariya Rûsî yaku xaka Sûrîyê kiriye zevî ji ceribandina çekên xwe re.
Û amadebûyan metîngên nerazîbûnê lidar xistin, tê de kartên şermezariya dijminkariya Rûsiya li ser gelê Sûrî rakirin, û daxwaza tevgereke navdewletî ya cidî kirin, daku wê dijminkariyê rawestînin û gelê Sûrî ji tewanên berdewam dermafê wî rizgar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî