Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, civînek ji dûrve li gel Nûnerê Tirkiyê di Netewên Yekbûyî de Fereydun Cinerlioglu, lidar xist, û pêre behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî li Sûriyê kir, ev kar jî li rex civatên Giştî yên Netewên Yekbûyî ya gera 75an de tê.
Û di Hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve di Hevbendiya Niştimanî de Ebdulehed Istêfo, û Balyozê Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê Nezîr Hekîm, û Nûnera Hevbendiya Niştimanî li bal Netewên Yekbûyê Meryem Çelebî, û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Emerîka Qiteybe Idlibî û Endamê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Yehya Elerîdî amade bûn.
Û Elherîrî li ser rewşa giştî li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê axivî, û tekez kir ku ew devera ji deh salan de di dema herî hêmin de dijî, ew jî ji ber rola Tirkiyê ya girîng di gihîştina rêkeftina agirbestê di adara borî de bû.
Û bal kişand ku rijêm û piştgirên wê hewildanê dikin ku behaneyan biafrînin ji bo helmeteke leşkerî nû cîbicî bikin, her weha daku bighînin çareya leşkerî ya xwînar.
Û şiroveyek li ser encamên ku gelê Sûrî bê hêvî kirine piştî salekê ji destpêkirina karên Komîteya Destûrî ya Sûrî, û eşkere kir ku ji ber astengî û paşxistina rijêmê negihîştin xiştekara gera dahatî, û daxwaza roleke çalak ya Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê di rawestandina binpêkirinên rijêma Esed dermafê sivîlan kir, û cîbicîkirina biryarên taybet bi sûriyê, û di pêşî de biryara 2254, her weha cîbicîkirina rêşûnên avakirina baweriyê û serbestberdana girtiyên di zîndanên Esed de.
Û Elherîrî daxeaza bikaranîna bendê Yekîtî ji bo Aştiyê bo şikandina vetoyê Rûsî kir, da nehêlibe ku karê Encûmena Ewlekariyê asteng bike, û Elherîrî daxwaza radestkirina danşgeha Sûriyê di Netewên Yekbûyî de bo Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kir, ji ber ku ew nûnerê gelê Sûrî yê rewa ye.
Û Elherîrî li ser ketwarê devera rojhilatê Ferat û tewan û binpêkirinên mezin yên ku milîsên PYD pêktînin axivî, û tekezî li ser nerîna Hevbendiya Niştimanî derbarê bidawîkirina hebûna rêxistina PKK ya terrorist li Sûriyê kir, û pilanên wê yên metirsîdar li ser pêşeroja yekîtiya gelê Sûrî û xaka wê, û bihêlin xelkên deverê rêvebiriya karûbarê xwe bi xwe bikin.
Û Elherîrî di axaftina xwe de girîngî da rewşa penaberên Sûrî li Îraq û Somal û Yonanistanî, û diyar kir ku penaberên Yonanistanê rastî dijminkariyên nijadperestî hatin, yên ku bûne sedema awarebûna bi sedan û hişt ku hin din bi mecbûrî jiyana xwe tuşî metirsiyê bikin, daku zarokên xwe bighînin deverên ewle.
Û D. Yehya Elerîdî şiroveyek li ser rewşa başûrê Sûriyê û hewildanên rijêmê yên berdewam di çêkirina fitneyan de di navbera xelkê deverê, her weha li ser rola milîsên Hizbullah a terrorist û milîsên Îranî û Rûsiya li deverê axivî.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Tirkî tekezî li ser mafdariya Hevbendiya Niştimanî di qewtandina nûnerê rijêmê ji Netewên Yekbûyî kir, û bal kişand ku rijêm nikare nûnertiya gelê Sûrî di civakên navdewletî de bike, û cextî li ser rawestana welatê wî li aliyê gelê Sûrî û daxwazên wî di azadî û rûmetê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî