Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdana saziya YTB ya Tirkî a di warê piştgiriya hînkirinê de pispor e kir, ji bo ku derfetên xwendinê bo xwendekarên Sûrî yên serkeftî dabîn bike.
Û şand ji Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, û Endamê Desteya Siyasî, Bedir Camos û Endamê Desteya Giştî, Ehmed Bekora pêk dihat.
Û Şandê Hevbendiyê hevdîtinek li gel Serokê Saziya YTB Ebdellah Aran, lidar xist, û pêre li ser derfetên hevkariyê di warê çand û hînkirinê de axivîn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya hevkariyê ji bo avakirina mîkanîzma karê hevbeş di navbera Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Saziya YTB ya Tirkî de kir, her weha hevrêzî ji bo lidarxistina pirojeyên hevbeş li bakurê Sûriyê û Tirkiyê.
Û Elherîrî cextî li ser girîngiya hevrêziyê derbarê pejrandina xwendekarên Sûrî yên serkeftî di bexşanên Tirkîyê de kir, û bal kişand ser giringiya çêkirina pirojeyên hevbeş di warên piştgiriya derûnî û hînkirina pêşayî de, her weha pêşxistina kadroyên Sûrî.
Û herdû aliyan bal kişandin ser pêwîstiya hevkarî û hevrêziyê di pirojeyên hevbeş de di navbera Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji aliyekî ve û Saziya YTB ya Tirkî ji aliyekî din ve, ji bo rahênankirina mamosteyên Sûrî li bakurê Sûriyê yê azad û pêşxistina karînên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî