Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Me wêne û raporên cihê mixabinyê yên girêdayî rabûna komin ji xerabkaran bi girtina ser û baregehê Partiya Demoqrat a Kurdistanî li Bexdadê û şewtandina wî û xirabkirina kelûpelên tê de, şopandin.
Ev partiyê bi Serokatiya Mesûd Barzanî li rex şoreşa Sûriyê ji destpêkê de rawestiyaye.
Hevbendiya Niştimanî vî karê xerab protesto dike, û balê dikşîne ser ku destê rijêma Îranê di sorkirin û handana ser vî karî û de heye.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hişyariyê ji metirsiya berdewamiya bêdengiyê li ser van kiryarên xirab dide, û tekez dike ku bêdengî nema tê pejrandin, û ew jî mîna piştgiriyê ye ji yên li paş karên weha disekinin, ji ber ku dikeve berjewendiya dijminên Îraqê, û tevaya gelên deverê armanc dike.
Rijêma Îranî dixwaze di riya sorkirinê û belavkirina bêserûberiyê re tevna civakî ya Îraqê armanc bike, û cudahiyê di navbera xelkê Îraqê de biçîne, di dema ku hemû hewcedarî yekrêziyê ne, û nakokîyan deynin aliyekî da tev xizmeta Îraqê bikin.
Armanckirina dezgehên siyasî di bin çi bihaneyê de be nayê pejrandin, û divê çareserkirina tevaya nakokiyên siyasî di riya sendoqên hilbijardinan re û di bin qubeya perleman de û li gorî yasayê be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
18 çirya pêşî 2020