Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hêviyên sersaxiyên bi şehîdbûna dadwer mamoste Milhim Milhim endamê Dadgeha Leşkerî li bajarê Ezazê ya gundewarê Heleba bakur pêşkêş dike, yê ku sibeha îro canê xwe jidest da, piştî operasyoneke terorîstî ya otomobîla ku dadwer duh yekşemê lê siwar bibû li orta bajarê Ezazê armanc kirye.
Ev operasyona tewankarî ya şermezarkirî tevlî zincîrek ji tewan û operasyonên kuştinê yên berê dibe, ew jî careke din dihêle em tekeziyê li ser pêwîstiya şerê terorê bikin, û çi piştgiriya navdewletî bo rêxistinên terorîstî li Sûriyê hebin di bin çi bihaneyê de be divê raweste.
Armanckirina dadweriyê armanckirina dadmedî û aramiyê ye, û ev kiryarên tewankarî dê me hîn zêdetir li ser berdewamiya kar û misogerkirina domandina vê saziyê miqate bikin, daku sazî xebatên xwe di warê peyketin û cezakirina kesên berpisyar di ber teror û çi binpêkirinên yasayî de hebin bidomîne.
Divê berpiyarên di ber vê tewanê de werin peyketin û wan bînin dadgehê.
Dilovanî li giyanê dadwer Milhim Milhim re, sersaxî ji xwedî û hogirên wî re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
19 çirya pêşî 2020