Hevrêzkarên Ofîs û Rêvebirî û Komîteyên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane îro duşemê, bi amadebûna Cêgirê Serok Uqab Yehya lidar xistin, û têde girîngî dan amadekariyên Rûsiya derbarê destpêkirina kongirekî li Şamê bo vegera penaberan û jinûavakirinê.
Û Uqab Yehya bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî berê helwesta xwe ji van mijaran diyar kirye, û cextî li ser girîngiya dabînkirina mercên pêwîst ji bo vegera penaberan û di pêşî de dabînkirina ewlehiyê kir, û bal kişand ser ku saziyên mafnasî yên navxwe û navdewletî girtina rijêmê ji beşekî mezin ji kesên vegeriyane welêt belge kirine, tevî ku rêjeya wan kesên vedigerin hindik e.
Û got ku kêşeyên mezin li Sûriyê yên warê ewlehî û siyasî û mirovahî ne, û Rûsiya nikare înkar bike, an hewlên sepandina ecendeya xwe li ser gelê Sûrîyê bidomîne, û yek jê ev hewildana ku dixwazin penaberan bi kotekî vegerînin bin lepê rêjîmê.
Û Yehya diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî pilanek ji bo tevgera rûbirûbûna vê doseya ku Rûsiya hewil dide bi doseya jinûavakirinê ve girêde daniye, li rex komek ji mercên ku ta niha nehatine dabînkirin, û bingeha wê destpêkirina pirosa siyasî û cîbicîkirina tam ji biryara 2254 re ye.
Û Yehye cext kir ku çareya doseyên ku dê kongirê Rûsî gengeşe bike biryarên navdewletî yên taybet bo karûbarê Sûriyê eşkere dike, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254, û bal kişand ser ku hewildanên Rûsiya yên di warê lîstina bi biryarên navdewletî nakeve xizmeta berjewendiya gelê Sûrî, û ne jî aramiyê li Sûriyê û deverê vedigerîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî