Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hevdîtina şêwirdarî ya duyemîn bi serpereştiya Komîteya Diyaloga Niştimanî ya Hevbendiyê lidar xist, û têde derdora 50 kesayetî û çalakvan û siyasetmedar ji dûr û nêzîk ve amade bûn, ji bo ku lêvegerê ji encamên hevdîtina şêwirdarî ya yekemîn re çêbikin, û ketwarê siyasî û dawîtirîn pêşketinên meydanî û pêşveçûnên siyasî û astengiyên rastî şoreşê tên gengeşe bikin.
Û hevdîtin bi peyva D. Ehmed Tuimê Endamê Hevbendiya Niştimanî dest pê kir, û di dûv re Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî sipasiyên xwe ji tevaya amadebûyên vexwendin pejrandine re pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya van hevdîtinan ji bo bighînin pişikdariyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û tevaya sazî û çalakiyên şoreşa Sûrî de kir.
Û bal kişand ser ku pişikdariyke berfireh ji pirosesa şêwirdariyê dê derfetên pêwendiya çalak ji bo daxwazên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqratiyê de pêk bîne, û tekez kir ku çakkirin nerîneke giştî berfireh e û giringiyê dide bingehê û dozên din piştguh nake.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî avabû daku nûnertiya gelê Sûrî bike, lê bi pêşketina rewşê li Sûriyê erkên xwe zêde bûn û berpisyariyên xwe jî mezin bûn, û got ku Hevbendiya Niştimanî niha bi karê xwe yî sereke radibe, û bi hemû karînên xwe dixebite daku bighîne bilindtirîn asteyên hêzdarî û bidestxistinê.
Û Hevrêzkarê Komîteya Diyaloga Niştimanî, Salim Elmislit, li ser astengî û bidestxistinên bendewarê şoreşa Sûriyê axivî, û tekezî li ser girîngiya kombûna hêzên dilsoz daku xebatê ji bo avakirimna Sûriya yekrêz bêyî sitemkarî û terorîstiyê kir, û got ku em bi hêvî ne ku bingehek niştimanî ava bikin, daku bibe hîma xebatê ji bo pêşeroja Sûriyê.
Û di hevdîtinê de hejmarek ji axaftinên corbecor û pêşniyar û pirsên giring derbarê danasîna rola Hevbendiya Niştimanî û nerîna wê ya siyasî û sitratîciya wê û rola Hikûmeta Sûrî ya Demkî di rêvebirina deverên rizgarkirî û çakkirina ketwarê ku Sûriyê niha têde hatin pêşkêşkirin, her weha karê saziyên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê yên piştgirên şoreşê û kartêkerkirina rola xort û jinan.
Û di dawiya hevdîtinê de li ser tevaya pirs û pêşniyarên ji aliyê amadebûyan ve hatine pêşkêşkirin lihev kirin, daku kar li ser vekolîn û şopandina wan bête kirin, li gel tekeziya li ser hebûna tiştên hevbeş yên dê pirosesa pişkdariyê li ser bîte ava kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî