Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanbî ya Sûrî komcivînek ji dûrve bi hevkariya Ofîsa Jinan û Ofîsa Yasayî lidar xist, û komcivîn di bin navnîşana “Nekarîna dewletan li hember ketina Rûsiya bo Civata Mafên Mirovan de” hat.
Û di komcivînê de Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan û Berpisyarê Doseya Mafên Mirovan, Yasir Elferhan, amade bû, her weha hejmarek ji tîmên xwebexşkar û komên ciwanan û desteyên xwendekarên zanîngehan amade bûn.
Û amadebûyan doseya tewanên cengê yên li Sûriyê li ser destê rijêma Esed pêk tên û beşdariya Rûsiya ya berfireh di wan tewanan de diyar kirin, û ev piştgiriya Rûsî ji bo ku rijêma Esed hilneweşe bû, her weha berpisyariya wê di warê nehêlana lêpirsîna kesên tevlî pêkanîna tewanan bûne di riya bikaranîna mafê retkirinê Veto re di hundir Encûmena Ewlekariyê de gengeşe kirin.
Û Yasir Elferhan bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî hejmarek ji nameyan ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê re rêkirine, û têde hişyarî daye ji ketina Rûsiya bo Encûmena Mafên Mirovan, û di wan nameyan de daxwaza rawestanidina dengdanê li ser derbasbûna Rûsiya kir, ji ber ku Rûsiya pîvanên ketina Encûmena Mafên Mirovan pêk nayne.
Û bal kişand ser ku raporên navxweyî û yên navdewletî tekez kirin ku Rûsiya binpêkirin û tewanên cengê li Sûriyê pêk anîne, di riya armanckirina sivîl û avahiyên jîndariyê û cihên nişteciyan bi awayekî li dû hev, û cextî li ser girîngiya berdewamiya karê li ser belgekirina tewanên cengê yên Rûsiya û gihandina wan belgeyan bo saziyên navdewletî kir.
Û amadebûyan hejmarek ji axaftin û pêşniyaran pêşkêş kirin, û tekezî li ser pêwîstiya xebata berdewam ta pêkanîna dadmendiyê û bidestxistina gelê Sûrî ji tevaya mafên xwe re kirin, û Elferhan got ku”em di pefçûneke yasayî dirêj de ne, û em ê berdewam bikin daku di gerên dahatî de bi ser bikevin û em ê her bizav û hewldanan bikin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî