Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek ji dûrve li gel endamin ji Revenda Sûrî li Emerîka û nûnerin “Saziya Kela Pak” û “Saziya Hemwelatiyên ji bo Amerîkeke Ewle” lidar xist, bi amadebûna Serokê Hevbeş ê Komîteya Destûrî, Hadî Elbehra, û hejmarek ji Endamên Desteya Siyasî û Nûnerên Hevbendiya Niştimanî li Washington û New York.
Û amadebûyan rewşa rojhilatê Ferat û dawîtirîn pêşhatên pirosesa siyasî gengeşe kirin, û behsa hilbijartinên Serokatiya Emrîka û bandora wan li ser doseya Sûrî kirin.
Û Hadî Elbehra li ser dawîtirîn pêşketinên pirosesa siyasî û asoyên çareya siyasî di dema rewşa navdewletî ya rawestyayî de û li ser serhişkiya rijêmê redkirina wê ji çi çareyê re axivî, û eşkere kir ku xebat dibin ji bo pêşdebirina karê Komîteya Destûrî tevî ku hîn fişarên ku tên xwestin li ser rijêma Esed û piştgirên wê ji aliyê civaka navdewletî tune ne .
Û Endamê Desteya Siyasî, Salim Elmislit, li ser pêşketinên li devera rojhilatê ferêt û binpêkirinên milîsên PYD û têkliya di navbera wê rêxistina terorîst û rijêma Esed de axivî, û tekezî li ser karê Hevbendiya Niştimanî daku xelkê deverê karibin rêvebiriya deverên xwe bi xwe bikin li şûna desthilata defakto yaku ji bandên Qendîlê pêk tê kir.
Û Elmislet şiroveyek derbarê hevdîtinên şêwirdariyê yên Komîteya Diyaloga Niştimanî li gel kesayet û pêkhatên corbecor ji gelê Sûriyê pêşkêş kir, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî dixebite da li tevaya dengên Sûrî ji hemû nijad û mezheban li gor nasnameya niştimanî Sûrî ya hevbeş ya destnîşankirî guhdarî bike, ji bo yekrêziyeke niştimanî were dîtin da Sûriya bête rizgarkirin.
Û Endamê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Karê Yasaya Qeyser, Ebdulmecîd Berekat, lîsteyên ku tîmê radestî aliyê Emrîkî kirine berçav kirin, yên ku têde rêyên qaçaxiyê yên ku milîsên Hizbullah û Îran ji bo derbaskirina çekan di navbera Libnan û Sûriyê de bikar tîne eşkere dike, wek binpêkirinê ji Yasaya Qeyser re.
Û mêvanan şiroveyek li ser pêşhatên hilbijartinên Emrîkî yên dahatî nemaze Derfetên berbijêrên serokkomariyê û bandora encama wan li ser dozên deverê nemaze li ser doseya Sûriyê pêşkêş kirin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan, Mihemed Yehya Mektebî, bal kişand ser ku amadebûyan li ser berdewamiya hevdîtin û hevrêziyê û beşdarî û pevguhertina agahiyan nemaze yên girêdayî tewanên ku milîsên PYD li rojavayê ferêt pêk tînin, her weha binpêkirinên wê yên berdewam dermafê sivîlan li deverê li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî