Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civîneke amedahî berî hevdîtina Tîma Cîbicîkirina Yasaya Qeyser a Rêvebiriya Emrîkî lidar xist.
Û Endamên tîmê li ser dawîtirîn agahiyên derbarê aliyên pabendiyê bi Yasaya Qeyser nakin axivîn, û encamên sizayên derketine gengeşe kirin, û behsa lîsteyên sizayên nû daku guvaşê bidin ser rijêma Esed û berpisyarên wê yên tewan dermafê gelê Sûrî pêk anîne kirin.
Û di civînê de Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdulhekîm Elmisrî, beşdar bû, û li ser deverên rizgarkirî û bandora Yasaya Qeyser li ser aboriya giştî li deverê axivî, tevî ku deverên rigarkirî derveyî sizayan in.
Û Wezîr şiroveyekê li ser rêşûnên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî dikin daku nehêle berdêlên aborî û bazirganî li rex rijêmê çêbibin pêşkêş kir.
Û Hevbendiya Niştimanî kar li ser lidarxistina zincîrek ji civatan li gel Têma Cîbicîkar ya Yasaya Qeyser di Rêvebiriya Emrîkî û aliyin fermi yên din de ji destpêka derketina Yasaya Qeyser de dike, ji bo zêdekirina hevkarî û pişikdarîyê û cîbicîkirina yasayê bi baştirîn teşeyê bo pêkanîna armancên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî