Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî nameyek ji nûnerê Birêtaniya, Martin Longden, wergirt, û têde pêşwaziya welatê xwe bo daxwaza Hevbendiya Niştimanî ya destnîşankirina nûnerekî ji Hevbendiyê re li London kir.
Û di nameyê de hat:”Bi xweşhalî tekez dikim ku Wezareta Derve ya Birêtaniya pêşniyara dubarekirina nûnertiya Hevbendiya Niştimanî li London dipejrîne, em hêvî dikin ku bi nûnerê Hevbendiyê re karê hevbeş bikin”.
Û Longden careke din pabendiya welatê xwe bi piştgiriya Hevbendiya Niştimanî di karê bo pêkanîna veguhestina siyasî û demoqratiyê bo Sûriyê nû kir, û hêviyên xwe bo karê ji nêz ve li gel Hevbendiya Niştimanî li London anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî