Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Daxwiyaniya Şanderê Emerîkî James Jeffrey derbarê PKKe, yaku tê de helwesta Emerîka tekez kiriye ku ew milîsin terorîst in, û cextî li ser pêwîstiya ku divê tevaya endamên wê rêxistinê ji Sûriyê derkevin kiriye, gavek çavrêkirî û erênî bû.
Bi milyonan Sûrî li benda kartêkerkirina van helwestan in, û karê li ser xurtkirina xebatê daku hebûna teroristî li deverên rojavayê Ferêt bi dawî bibe, û destdanîna ser çarenûsa gelê Sûrî tê de were rawestandin.
Em di erk û berpisyariyên xwe de derbarê devera rojhilatê Ferat û peyketina rêxistinên terorîst de berdewam in, û em pêşwaziya çi xebatên navdewletî yên piştgiriya vê pirojeyê dikin, û serkeftina wê ya bilez dixwazin.
Em amadebûna xwe bo hevkariya li gel her kesê ku şerê terorê bike, û pişgiriyê ji ser jêderên wan bibre, , û xebatê ji bo derketna tevaya endamên terorîst ji Sûriyê dikin, tînin ziman.
Çi alî raghîne ku ti têkliyên wî bi rêxistina PKKe re û îdyolocî û ejendeyên cudaxwaz re nemaye, û raghîne ku ew pabendiyê bi maf û hêviyên gelê Sûrê yên rewa dike, ew pêngavekê datîne ser riya rast, û dê alîkar be di vekirina rûpeleke nû de yaku bihêle tevaya gelê Sûrî yekrêz be di tekoşîna ji bo azadiyê de.
Em alîkar in li gel çi karên bidûrxistina rêxistinên terrorîst ên sînoran derbas dikin û yekîtiya Sûriyê armanc dikin, yên ku pilanan datînin û hevalbendiyan lidar dixin ji bo dabeşkirina welatê me, û emê di karê jihevêxistina van rêxistinan de û bidawîkirina gefên wan li ser gelê Sûrî berdewam bin, li gel xebatên li ser misogerkirina maf û azadiya tevaya Sûriyan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
5 çirya paşî 2020