Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, civînek li gel nûnerin Kombenda Mamosteyên Zanîngehên Sûrî yên Azad li baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê yê gundewarê Heleb lidar xist.
Û di civînê de Hverêzkarê Ofîsa Yekîtî û Sendîkeyan Ebdulmejid Berekat û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî, û Endamê Hevbendiya Niştimanî, Ednan Rehmon amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser pêwîstiya hevkarî û hevrêziyê di navbera Kombend û Ofîs û Yekîtî û Sendîkeyên Hevbendiyê de, nemaze di tiştên girêdayî bi amadekirina pirojeyan û cîbicîkirina wan, her weha hevkariya li gel Ofîsa Ciwanan û Ofîsa Jinan li deverên rizgarkirî.
Û amadebûyan behsa pêkanîna avakirina encûmena lêkolînên sitratîcîk li deverên rizgarkirî kirin, û dê endamin ji aliyê kombenê tê de beşdar bibin, û tekezî li ser girîngiya ku berê xwe bidin saziyên navdewletî û aliyên bexşînkar daku piştgiriya zanîngehan û pirosesa fêrkirinê û pêşvebirina wê bikin.
Û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya zanîngehan di warê siyasî û çandî de kirin, û bêhtir guh bidin kolîjên wek kolîja zanyariyên siyasî û kolîja ragihandinê, her weha xebat li ser bidestxistina danpêdana navdewletî ya berfireh bi bawernameyên ji aliyê zanîngehên deverên rizgarkirî derketine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî.