Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, civînek li gel Ofîsa Cîbicîkar ya Yekîtiya Xwendekaran û hejmarek ji desteyên xwendekarîyê yên zankoya Heleba Azad û Zanîngeha Elşam ya Cîhanî û Zanîngeha Navdewletî ya Zanist û Geşepêdanê lidar xist.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî, û Endamê Hevbendiya Niştimanî, Necîb Rehmon, amade bûn.
Û amadebûyan aliyek ji astengî û dijwariyên rastî xwendekaran di qonaxa fêrkirna zanîngehê de tên berçav kirin, û tekez kirin ku danpêdana fermî bi bawernameyên zanîngehê û dabînkirina derfetên kar dê rê li pêşiya koçberiya berve derve bigirin, ew jî wek du tiştên herî pêwîst û di pêşiya giringiyan de ne.
Û D. Nesir Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dezgeha tevaya Sûriyan e, û nûnertiya dengê wan dike, û dixebite da ku hergav li kêleka wan be, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî pilanek daniye ji bo piştgiriya ciwanan, daku bihêle ew di avakirina saziyan de û çêkirina biryarê de beşdar bin, û gava wê pilanê ya yekemîn vekirina Ofîsa Ciwanan li deverên rizgarkirî bû.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî