Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, serdana gundewarê Basofanê li devera Efrînê yaku welatiyên êzîdî lê dijîn kir, û li gel Şêxê Ola Êzîdî û muxtar û nûnerin xelkê deverê civiya, û li hal û rewş û debara jiyana wan pirsî.
Û di vê serdanê de Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan, Berpirsê Doseya Mafên Mirovan, Yasir Elferhan û Endamê Desteya Siyasî, Munzir Siras, hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî û şandê pêre serdana mezargehê êzîdiyan li deverê kir, û bi gerekê li nav wê perestgehê rabûn.
Û xelkê deverê tekez kirin ku ew li deverên xwe di ewlehiyê de dijîn, û bi azadî rêûresmên xwe yên olî lidar dixin, û ti destdirêjî li ser mafê wan çênabin, û daxwaza çareserkirina diziyên bi awayekî tekane li ser pêdviyên wan çêbûne kirin.
Û xelkê deverê bal kişandin ser ku ger destdirêjî hebin jî ew berê xwe didin komîteya pispor û dadgehê ji bo çareseriya wan pirsgirêkan, û diyar kirin ku hejmarek ji malbatan vê dawiyê vegeriyan malên xwe, û Artêşa Niştimanî karekî berçav dike, daku ewlehî û aramiyê li deverê pêk bîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya yekrêziyê û karê bi hev re kir, bo pêkanîna hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de, û gihîştina dewleteke demoqratî û piralî ya karibe mafên tevaya pêkhatên gelê Sûrî misoger bike.
Û pesnê xebatên Artêşa Niştimanî ya Sûrî di warê bergiriya di ber tevaya deveran û parastina wan ji çi binpêkirinan de da, her weha karê Komîteya Parastina Mafên Malûmilkan û dadgeha pispor yaku li giliyên ji aliyê xelkê deverê ve hatine pêşkêşkirin dinhêre, û tekezî li ser piştgiriya mafê tevayan di dadwerî û mafdan ji bo gihîştina dadmendiya tam kir.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî