Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Tevaya cîhanê bi deng û wêne qurbaniyên gelê sûrî şopandin, û cenga kîmawî li ser wan ji aliyiyê rijêma Esed ve temaşe kirin, bêyî ku çi alî ji civaka navdewletî berpisyariyê wek tê xwestin hilgire.
Di roja vejîna bîranîna qurbaniyên çekên kîmawî de, em wê dîmena girêdayî tawana berdewam dermafê gelê Sûrî dibîr tînin, çi bi çekên kîmawî be an bi çekin din be, û berdewamiya rijêmê di tewanan de û bi ser de tevlêbûna Rûsiya û Îranê di wê cenga dijî Sûriyan de.
Tevî ku ketwarê navdewletî sist e derbarê pîstirîn tewanên kîmawî yên vê sedsalê, tevî encam û riswabûna wê yaku civaka navdewletî bi hemû aliyên xwe û tevî xwediyên xêzên sor dike bin lêpirsîn û berpirsyariyê, Hevbendiya Niştimanî dibîne ku ji erkê wê ye ku ji nû de berpisyariya tevaya aliyan derbarê doseya tewanên li Sûriyê pêkhatine di bîr bîne.
Girîngiya rojên navdewletî ne tenê ji bo hişyarkirina gelan derbarê dozên herî girîng de ye, lê berpisyariyên civaka navdewletî û encûmen û saziyên wê derbarê wan dozan di bîra wan tîne, û di bîranîna qurbaniyên çekên kîmawî de ya îro tê xuyan ku texsîra şermok navnîşana berçav e, yaku eniya civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê û aliyên dewletî sereke dixemlîne, di dema çalaknekirina yasaya navdewletî û biryarên navdewletî de, û berdewamiya guhnedanê derbarê rizgarkirina tewanbaran ji aliyê lidûvçûn û lêpirsînê de, û vekirina derî li pêşiya cîhana ku têde pîstirîn tewan pêk tên, bêyî ku tewanbar ji ber kiryarên ku pêkanîne bitirsin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 çirya paşî 2020