Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimsnî ya Sûrî, şîna rêzdar Balyoz Nîzar Hassan Elhrakî, Balyozê Sûriyê li bal dewleta Qeterê, yê ku îro yekşemê li bajarê Stanbolê piştî pêketina wî bi vîrosa korona canê xwe jidest da radigihîne.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya xwe ji malbata rehmetî û dost û hogirên wî re pêşkêş dike, û rol û çalakiya wî û xebatên ku bi dirêjiya karê xwe yê wek balyozê Sûriyê pêşkêş kirine bibîr tîne.
Kurê parêzgeha Deraa yê ku bi karûbarê giştî û dozên welatê xwe re mijûl bû, û ew dudilî nebû di tevlêbûna şoreşa Sûrî de, û li gel ciwanan di bizava şoreşê de ji roja yekemîn de beşdar bû, û ha îro em wî winda dikin tevî ku hîn ew di 58 saliya temenê xwe de bû.
Tekoşîn û helwest û rijdiya wî li ser pirensîpên şoreşê û hêviyên wê dê me han bide li ser temamkirina rê û xebatên ji bo azadî û rûmeta gelê Sûriyê.
Em ên xweda ne û emê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
6 Kanûna pêşîn 2020