Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Tevî hewildanên berdewam yên şandê rijêma Esed bo paşxistina karê Komîteya Destûrî, Hevbendiya Niştimabnî ya Sûrî pêgiriya xwe bi çareya siyasî wek rêya rizgariya sûriyan ji sitemkarî û zordariyê bi hemû bandorên wê nû dike, ew jî li gor daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 2018 û 2254 û biryara Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî hejmar 262/67 yaku têde avakirina hikûmdariya veguhêz bi tevaya desthilatên hikûmet û serokatiyê hatiye.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku pirosesa danûstandinê ya niha lidar dikeve li ser binyada mîkanîzma herçar sepetan ne, ew jî tê wateya ku Komîteya Destûrî tenê perçeyekî bi tenê ye ji vê mîkanîzmê, û ku sê sepet dîtir hene divê kar li ser bibe, ji bo serkeftina vê mîkanîzmê û pêkanîna veguhêza siyasî, ew giş bêyî ku doseya girtiyan û binçavkiriyên kotekî were piştguhkirin, û pêwîstiya serbestberdana wan, nemaze jin û zarokan, û ku çarenûsa wre zanîn, ji ber ku ew doseyeke di ser danûstandinê re ye, û wek dergehek bo dariştina di ber hin berpisyariyê derbarê va doseya mirovahî herî girîng li bal tevaya Sûriyan, û wek destpêşxeriyeke girîng e derbarê gihîştina çareya ku dawiyekê ji vê bobelata ji 10 salan de berdewam e dîne.
Lê, li şûna wê, rijêm li ser siyaseta jikarêxistinê û nepabendiya bi xiştekara xebatan û rijdiya xwe li ser gengeşekirina tiştên derveyî doseya ku berê li ser lihev kirine rijde.
Gelê sûrî û hêzên wî yên şoreşî yaku Hevbendiya Niştimanî nûnertiya wê dike, meramên rijêmê ji paş wê karî baş dizane, û girîngiya bersivdana derewên rijêmê jî dizane, ji ber ku ne guncaw e ku gunehbarî û derewên vala werin pêşkêş kirin, û hemî hovîtiyên xwe paşguh bike, nemaze yên girêdayî bi tewanên rijêmê û milîsên errorist yên ku rijêmê derbasî sûriyê kirina daku gelê sûrî bikujin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji hemû aliyan bêhtir li ser daxwaza dadgehkirin û lêpirsîn û sizakirina di ber tevaya tewanên li sûriyê pêkhatine de rijde, nemaze yên ji sala 2011an de pêkhatine, em li gel lêpirsîna hemû kesên terrorist bikaranêne û xwedîkirine û rahênana wan û serdariya wan kirine re ne, her weha yên komkujî û tewanên metirsîdar dermafê gelê sûrî û gelên deverê pêkanîne ne.
dîroka civîna bê ya Komîteya Destûrî ya dahatî di 25ê kanûna paşîn 2021an de hatiye destnîşankirin, û weku şandê Desteya Danûstandinê ji destpêka civatên komîteyê de bo kar û pêşketinê amade bû, li hember tiştê ku şandê rijêmê di warê jikarêxistinê dike de, em tînin bîra civaka navdewletî ku derbarê van tiştan de berpisyar be, û pêwîste ku bêhtir fişar bibin daku xiştekara xebatên çareya siyasî ferz bibin, ew jî di hundir xiştekareke demî nîşankirî de, û nehêlana ku pirosesa danûstandinê bê çarçoveyeke demî pêgirî be, ji ber ku ew tê wateya jikarêxistina pirosesa siyasî û sernekeftina wê ye, û divê fişar li ser siponserên rijêmê bibin, daku nehêlin pirosesa danpûstandinê jikarbixe an beravêtî bike, an bike wek amûrekê bo zivrandina demê û seknandina civaka navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
6 Kanûna pêşîn 2020