Hêzên rijêma Esed û Rûsiya di binpêkirinên agirbestê de li bakur-rojavayê Sûriyê berdewam in, û topxane û mûşek û balefirên bêfirokevan di wan binpêkirinan de bi kar anîne, û Rûsiya bi balefirên cengê cûrbecûr deverên gundewarê Idlib û Heleb û Hema û Laziqiyê armanc kirine.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê yên Sûrî di rapora xwe ya îro de tekez kirin ku binpêkirinên ku hêzên rijêma Esed û Rûsiya ji destpêka rêkeftina agirbestê de pêk anîne gihîştine 4,128 binpêkirinan.
Û raporê diyar kir ku di nav qurbaniyên wan binpêkirinan de ji sivîlan 14 zarok, 5 jin, 27 mêr hebûn, û 6 jê ji kadroyên karên mirovahî ne.
Û rapora Hevrêzkarên Bersivdana Pêşekî bal kişand ser ku, avahî û jêrxaniyên ku di binpêkirinê de hatine armanckirin, 14 navendên fêrkirinê û 2 navendên penagehiyê û kamp bûn, û avahiyeke pizîşkî hate armanckirin û 6 navendên xizmetkariyê û 9 jî perestgehên olî bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî