Hevbendiya Niştimsnî ya Sûrî, şîna rêzdar Balyoz Nîzar Hassan Elhrakî, Balyozê Sûriyê li bal dewleta Qeterê, yê ku doh yekşemê li bajarê Stanbolê piştî pêketina wî bi vîrosa korona canê xwe jidest da ragihand.
Û Hevbendiya Niştimanî di Daxwiyaniyeke Rojnamevanî de duh êvarî sersaxiya xwe ji malbata rehmetî û dost û hogirên wî re pêşkêş kir, û rol û çalakiya wî û xebatên ku bi dirêjiya karê xwe yê wek balyozê Sûriyê pêşkêş kirine bibîr anî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku Kurê parêzgeha Deraa yê ku bi karûbarê giştî û dozên welatê xwe re mijûl bû, û ew dudilî nebû di tevlêbûna şoreşa Sûrî de, û li gel ciwanan di bizava şoreşê de ji roja yekemîn de di şoreşa sûriyê de beşdar bû.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî ya sûrî bal kişand ser ku Tekoşîn û helwest û rijdiya wî li ser pirensîpên şoreşê û hêviyên wê dê me han bide li ser temamkirina rê û xebatên ji bo azadî û rûmeta gelê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî