Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li iyaleta Mersînê, Fadî Îbrahîm, pêşwaziya Rêvebirê Koçberiyê li iyaletê, Husên Kemal kir, û pêre behsa rewşa Sûriyên li iyaletê û giringiya çareserkirina pirsgirêkên rastî wan tên kir.
Û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Mêrsînê got ku di dema serdana wî de bo Nûnergehê, em agahdar kirin ku em tevlî komîteya ku ji aliyê walî ve hatiye avakirin ji bo gengeşekirina rewşa sûriyên li îyaletê kirin.
Û herdû aliyan rola Nûnergehê û karê wê li Mêrsînê berçav kirin, û behsa dijminkariya dermafê penaberê Sûrî yê bi navê Mihemed Ebdilmuheymin Hesriyê kirin, û li ser pêwîstiya şopandina gunhekarê bûyerê ji aliyê kesên pispor ve axivîn.
Û herdû aliyan hin mijarên xizmetguzarî û mirovahî yên dikevin xizmeta Sûriyan li iyaletê, wek doza şivanên pez yên Sûrî li Mêrsînê yaku bo wan ji aliyê Komîteya Sûrî- Tirkî ya hevbeş ve hatiye veguhastin gengeşe kirin, û bal kişandin ser pêwîstiya tevlêkirina wan şivanan bo odeya kesên xwedan-pez li iyaletê bibin.
Ji aliyê xwe ve Rêvebirê Koçberiyê soz da ku dê bi serdaneke meydanî li ser kesên pez xwedî dikin bi hevrêzkariya li gel Walî rabin, bo dîtina çareyên guncaw, û herdû aliyan behsa hejmarek ji pirsgirêkên rojane yên ku rastî penaberên Sûrî li iyaleta Mirsînê tên kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî