Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya sûrî, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya D. Nesir Elherîrî, lidar xist, û tê de dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî û encamên gera çaremîn a xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî gengeşe kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî naveroka hevdîtina li gel Nûnerê Emrîkî yê Taybet bo Sûriyê Joel Rayburn berçav kir, û tekez kir ku nêzîkbûneke mezin di nerînan de di navbera Hevbendiya Niştimanî û Waşnton de li ser gelek doseyan heye, nemaze pirosesa siyasî û yasya Qeyser.
Û Elherîrî li ser pêşketinên pirosesa siyasî axivî, û tekezî kir li ser pêwîstiya ku Netewên Yekbûyî kar li ser vekirina sepetên di nava biryara 2254 de hatine bike, û tekez kir ku divê bingeha çi çareyê li Sûriyê li ser lidarxistina desteyeke hukimdarî ya veguhêz be, û dabînkirina jîngeheke ewle û bêalî û destûrekî nû, û pişt re hilbijartin ji bo temamkirina pirosesa siyasî were, yaku bi çi awayî çênabe ku namzetiya Beşar Esed têde were pejrandin.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Elbehra, şiroveyek li ser tiştên di gera çaremîn ji xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî de çêbûne pêşkêş kir, û li ser gotara Endamê Desteya Siyasî D. Heysem Rehmê, yaku şandê rijêmê ji ber wê ji holê kişiyabû û careke din di bin fişarên Netewên Yekbûyî vegeriyabû civînan axivî.
Û Elbehra diyar kir ku şandên beşdar di civatên Komîteya Destûrî de li ser lidarxistina gera pêncemîn di 25 kanûna paşîn ya dahatî de lihev kirin, daku derbasî gengeşeya destûrî bi awayekî yekser bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî