Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke sersaxiyê arasteyî Serokê Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demoqratîk, Hesen Ebdilezîm kir, û têde xemgîniya xwe li ser koçka dawî ya rayedarê Desteya Niştimanî, Munîr Elbêtar, anî ziman, yê ku demekê bi hev re di Desteya Danûstandinê de xebitî ne, û bal kişand ser ku rehmetî di karê xwe de nimûneyek dilsoziyê bû.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî, Uqab Yehya, got ku Sûriyê bi koçkirina Emîndarê Giştî yê Tevgera Sosyalîstên Ereb li Sûriyê û Endamê Ofîsa Cîbicîkar ê Desteya Hevahengiya Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demoqratîk, Monîr Elbîtar, duh stûnek ji stûnên xwe yên niştimanî di rewşeke dijwar û qonaxeke hestyar yaku Sûriyê têre derbas dibe de ji dest da.
Û Yehya got ku rehmetî bi dirêjiya jiyana xwe ji bo pirensîpên xwe û tiştên pê bawer kar dikir, û dixwest ku guhartina ji kok de li Sûriyê bicî were, û dewleta hevwelatîbûnê û wekheviyê bo tevaya sûriyan bêyî tu cudahî di navbera kes û pêkhatên wê de hebe pêk were.
Û Yehya sersaxî ji bo malbata rehmetî û tevaya dost û hevalên wî û partiya wî pêşkêş kir, û lav ji xwdayê mezin kirin ku pê re dilovan be û cihê wî buhişt be .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî