Serokê Hevbendiya Niştimsnî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, erkê sersaxiya rêzdar Balyozê Sûriyê Nîzar Hassan Elhrakî li baregeha Balyozxaneya Sûriyê li bal dewleta Qeterê pejirand.
Û di erkê sersaxiyê de hejmareke mezin ji kesayetên siyasî û berpirs û balyozên dewletan li bal Qeterê û endamên Revenda Sûrî li Qeterê amade bûn.
Û termê Balyozê ku ji jiyanê bar kiriye rakirin cîgehê wî yê dawî li paytexta Qeterê Eldewha, û îmamê berê yê mizgefta Elumerî li bajarê Deraa şêx Ehmed Elseyasîne bi amadebûna bisedan ji endamên revenda Sûrî û welatiyên Qeterê nimêja cinazeyê li ser rehmetî kirin, her weha hejmarek ji kesayetên siyasî û diplomatan jî di nimêja cenazeyê de beşdar bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bi boneya koçkirina Balyozê Sûrî li Qeterê birûseke sersaxiyê ji Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî wergirt.
Û Rêvebirê Doseya Sûrî di Wezareta Derve ya Tirkiyê de Balyoz, Selcuk Onal, erkê sesaxiyê di riya pêwendiyeke telîfonê re bo Elherîrî pêşkêş kir, her weha hejmarek ji nameyên sersaxiyê ji aliyê berpirs û diplomatên dewletên dost û birayên gelê Sûrî wergirtin.
Û Balyozê Sûrî Nîzar Hassan Elhrakî roja yekşemê li bajarê Stanbolê piştî pêketina bi vîrosa korona koça dawiyê kir.
Û Nîzar Hassan Elhrakî yekemîn Balyozê Sûriyê bû, piştî ku Dewha danpêdan bi Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kiriye wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê di destpêka sala 2013yan de.
Û Nîzar Elhrakî di sala 1962yan de li Şama Paytexta Sûriyê ji dayîk bûye, û bi xwe ji bajarokê Elmilêha Elxerbiye ya Parêzgeha Deraa başûrê welêt e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî