Yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê di rapoa xwe ya taybet bi pêdviyên zivistanê li kampên bakurê Sûriyî yaku vê heyva kanûna pêşîn 2020 derketiye, diyar kir ku bêhtir ji 2910 malbatî ji yên di kampên li bakurê Sûriyê dijîn de bêwar in.
û rapor li ser 458 kampên ku di nav 24 navçeyên li herdû parêzgehên Heleb û Idlibê de belavbûne hatiye çêkirin.
Û raporê diyar kir ku hejmara kampên li parêzgeha Idlibê yên ku lêkolîn li ser wan hatine kirin, gihîşt 366 kampî, û yên li parêzgeha Helebê 92 kamp bûn, û hejmara derbiderên di nav wan kampan de 646 341 bûn.
Û raporê eşkere kir ku 20% tenê ji odeyên ku derbider têde dijîn banên wan ji bêtonê ne, û 9% ji odeyên çîmentoyî banên wan ne bêton in, û 67% ji odeyên çîmentoyî tenê bi çadirên dijî baranî hatine girtin, û 5% ji odeyan axî ne.
Û raporê anî ziman ku 106 ji nav komeka gerevanên lêkolîn li ser wan hatine kirin, hewcedarî çadirên ku wan gerevanan ji baranê biparêzin in, û 41% ji odeyan banên wan nînin, û ew pêwîstî naylonên ku odeyan ji baranê biparêzin in, û 25% hewcedarî naylonên ser zemînê ne bo baranê, û 38% hewcedarî çadirên dijî baranê ne, û 8% pêwîstî karên çakkirinê ne, û 7% hewcedarî guhartinê ne.
Û di lêkolîna Yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê de hat ku 42% anku 192 kamp ji kampan rêyên ziftkirî û kenarên rê lê tune ne, û bal kişand ser ku 156 kamp ji tevaya kampên lêkolîn li ser çêbûne rastî pirsgirêkên ava baranê û ava xercbûye tên.
Û lêkolînê bal kişand ser ku 2 910 malbat di nav 99 kampan ji kampên bajurê Sûriyê yên ku lêkolîn li ser hatine çêkirin bê penageh in, û 151 malbat di otombêlên xwe yên taybet de wek kom bi kom dijîn, û 8 malbat li derva li ber baran û sermayê dijîn.
Û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê di riya rapora xwe re daxwaz ji saziyên mirovahî kir ku kampên kêm bo derbideran dabîn bikin û sotemeniyan bi hemû cûreyên wan ji tevaya derbiderên kampan re bi rengekî lezgîn dabîn bikin, ji ber ku lêkolînê diyar kir ku 84% ji kampên lêkolîn li ser wan çêbûye di zivistana sala bûrî de amûr û keresteyên germkirinê li ser wan nehatibûn belavkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî