Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di Roja Mafên Mirovan de, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike, ku mafên welatiyên Sûrî li ser destê rijêma sitemkar û hevalbendên wê hatine binpêkirin nayên salixdan, ji serkutkirin û girtin û îşkencekirinê de dest pê bibe û derbasî dorpêçkirin û koçberkirin û guhartina demografî bibe, ta bighêje kuştin û komkujî û tewanên cengê.
Berpisyariyên kesên têkildarî va ketwarê metirsîdar û binpêkirina berdewam dijî mafên mirovê Sûrî li bal çi aliyên ew binpêkirin bikaranîne bidawî nayê, ger rijêm be an Rûsiya an Îran an milîsên terrorîst yên piştgiriya wan dikin be, an ewên berhemînan û rêvebiriya wan kirine be, civaka navdewletî bi tevaya aliyên xwe berpisyariyên xwe derbarê berdewamiya van binpêkirinan û mana wan tewanbaran dûrî lêpirsîn û dadweriyê hildigrin.
Jîngeha navdewletî yaku destûr daye ku ev qebareya binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê çêbibe, divê berpisyariyê di ber de hilgire, her weha di ber rola wan di derfetdana vê rijêmê daku hemû tewanan pêk bîne bêyî ku ji encamê bitirse.
Girtiyên Sûriyê ji keç û kuran divê di serê lîsteya cîhanî de bin, derbarê tiştê ku rastî wan tên, wek îşkence û birçîkirin û derdeseriyê ji ber binpêkirinan û tewanan kêlî bi kîlî dibînin, her tawanek ku li Sûriyê dermafê girtiyan û mafên mirovan tête kirin, li ser eniya civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê û dewletên çalake wek lekeya nerûmetiyê ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 Kanûna pêşîn 2020