Serokê Hevbendiya Niştimsnî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî şêx Sibah Xalid Elhemed Elsibah, bi boneya dubarekirina erkdarkirina wî bi avakirina Hikûmeta nû ya Dewleta Kiweytê kir.
Û Elherîrî tekez kir ku dewleta Kiwêtê dê di bin sîbera rayedariya hişmend ya piledar Mîr Newaf Elehmed Elcabir Elsibah rola xwe ya berçav û giring de, her weha di piştgiriya gelê Sûrî de di tekoşîna wî ji bo azadî û rûmet û dadweriyê de berdewam bike.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî kar dike ji bo xurtbûna têkliyên hevbeş li gel dewleta Kiwêtê berdewam bimîne, û hêviyên xwe anî ziman ku ev têkliyên hevbeş alîkar bin ji bo çareya siyasî li Sûriyê û pêkanîna hêviyên rewa yê gelê wê .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî