Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Kuştina çalakvan û rojnemevan Husên Xetab li bajarê Elbab tewaneke şermezarkirî û metirsîdar e, û careke din zingilê xeternakiyê lêdide, di heman dema rewşa ewlehî a xirab yaku hin deverên gundewarê Helebê têde dijîn, û sivîl lê rastî dijminkariyên berdewam li ser destê rijêmê û milîsên terrorîst tên.
Operasyona kuştina tewankarî bi destê kesin rûnixumandî pêk hat, û karîbûn piştî pêkanîna tewanê bi matorekî birevin, û hin agahî dibêjin ku rojnemevan berê jî rastî dijminkariyê hatibû, û gefên kuştinê lê hatibûn xwarin û wî amûrên ewlekariyê derbarê wan gefan aghdar kiribûn.
Em sersaxiyê ji malbata pakrewan û hevalên wî re dixwazin, û em tekez dikin ku hemû karînên xwe yên berdest bikin, daku tewankarên di ber vê tewanê de berpisyar in bigirin, û zanibn yên li paş wan kî ne, û em hêviya hevkariyê di navbera tevaya saziyan de dikin, ji bo serkeftina vê dozê daku di demeke gengaz de hemû kesên tevlî vê tewanê bûne bên girtin.
Di van kêliyên movikî yên dê biryara rêya xebata salên dahatî bidin de, divê em biqasî vê berpisyariyê bin, û metirsiya vê tewanê zanibin, ji ber dibe ku çi rojnemevan an peyaminêr an çalakvan an şoreşger an şervan an berpisyar an siyasetmedar armanca van çetên tewanbar be, yên ku cudahî di navbera wan û yên wan bi kar tînin û aliyên li paş wan disekinin de tune ye.
Me temînî li aliyên berpisyar ji bo vekirina lêpirsînên lezgîn derbarê vê tewanê kirin, daku yên tewan pêkanîne werin naskirin û sizakirin, û em bendewarê encamin cidî ne, di riya piroseseke lêpirsîna zelal re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
12 Kanûna pêşîn 2020