Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, li gel Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Derve yê Qeterê Elşêx Mihemed Bin Ebdulrihman Al Sanî li Paytexta Qeterê Eldewha civiya.
Û herdû aliyan têkliyên dualî û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li sûriyê berçav kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser pirosesa siyasî û encamên gera çaremîn ya karên Komîteya Destûrî ya Sûrî axivî, û behsa berdewamiya rijêma Esed di hewlên paşxistin û nehêlana gihîştina çareya siyasî li gor biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 kir.
Û di hevdîtinê de girîngî dan ser rewşa mirovahî li deverên rizgarkirî, û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya zêdebûna pêşkêşkirina piştgiriyên mirovahî û yên hawarçûnê bo sivîlan û piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî daku karibe bi xebata rêvebiriya wan deveran rabe kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî