Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Wezîrê Almaniya Heiko Mas kir, têde pesnê hewlên ku welatê wî yên ji bo sizakirina yên berpisyar di ber bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê da, her weha piştgiriya tam bo xebatên têne kirin di warê dana mafên qurbaniyan û nehêlana rizgarbûna tewanbaran ji cezeyan de.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pêşwaziya daxwiyaniya ku 5 endamên di Encûmena Ewlekariyê de wek: Birêtaniya, Almanya, Belçîka, Estonya, Fransa tevî Irlanda û Norwêc, derbarê çekên kîmawî li Sûriyê derxistine kir, daxwiyaniya ku têde bi tundî bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rijêma Esed ve şermezar kirine, weko di rapora yekemîn a tîma lêpirsînê û destnîşankirina nasnameyê ya bi ser Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ve de hatiye.
Û Elherîrî spasiya xwe ji Komara Federal a Almanî re li ser hewldanên wê anî ziman, û daxwaza fişaran ji bo cîbicîkirina benda 21 ji biryara 2118 kir, yaku têde sepandina tedbîran li gor benda heftemîn ji peymana Netewên Yekbûyî heye, heger pêgirî bi biryarê nekir, ku ji wan tedbîran veguhastina çekên bê destûr an bikaranîna çakên kîmawî ji aliyê çi kesî ve li Sûriyê.
Û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya rêşûnên lêpirsînê dijî tevaya tewanbaran kir, tevî desthilatên bilind yên serokatiya rijêma Esed ya berpisyar di ber êrîşan de, weko rapora rêxistina qedexekirina çekên kîmawî diyar kiriye.
Û tekezî li ser baweriya Hevbendiya Niştimabnî bi pabendiya Almaniya di piştgiriya doza rewa ya gelê Sûrî de kir, û cextî li ser girîngiya gihîştina çareya siyasî li Sûriyê kir, li gor biryarên pêve girêdayî, di nav de biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 yên hêviyên gelê Sûrî pêk tînin, û alîkariyê pêre bo derbaskirina vê kêşeyê bike, û dewletekê li ser bingeha azadî û dadwerî û hikumdariya hişmend ava bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî