Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Em wek Hevbendiya Niştimanî rewşa penaberên Sûrî yên ziyan dîne piştî şewtandina kampa penaberan nîva şeva bûrî li Minyê ya libnanî dişopînin, û pêwendiyan li gel alî û saziyên têklidar dikin, ji bo nirxanidina bûyerê û dabînkirina pêdviyên sereke bo yên ziyan dîne û avakirina çadirên wan ji nû de.
Em tekez dikin ku aliyên fermî yên Libnanî divê berpsyariyên xwe di ber tiştê bûye û nekarîna wan ya wek herdemî ya parastina penaberan û rawestandina gotara nefretê yaku penaberan armanc dike hilgirin, ji desthilatên Llibnanî tê xwestin ku li pay kesên bi awayekî yekser di ber vê tewanê de bierpisyar bikevin, wek pêngaveke pêwîst ji bo danîna sînorekî ji van cureyên tewanan re, û ji bo misogerkirina dadweriyê divê ewên berpisyar sizayê bibînin.
Em sipasiyên xwe arasteyî hemû alî û xelk û saziyên xwecihî û navdewletî yên bilez destên alîkariyê dirêj kirine dikin, û em Navenda Qiral Selman ya Hawarçûnê û Karên Xêrxwazî spas dikin ji ber wê ragihandiye ku ew amade ye pêdviyên kesên ziyan dîne li xwe bigre.
Em tekeziyê li ser giringiya ku civaka navdewletî bi berpisyariyên xwe rabe dikin, û daxwaza kar ji bo misogerkirina aştiyê û ewlehiyê bo penaberên Sûrî li Libnanê dikin, û pêwîstiya ku civaka navdewletî kar bike ji bo ku jiyaneke bi rûmet ji wan re dabîn bike.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku tevgereke lezgîn derbarê rewşa li sûrîyê bike, wek danîna çarçoveyekî tam ji bo çareseriya siyasî ji ber ku ew merc e ji bo penaber ji ber xwe ve vegerin, nemaze ku bi milyonan penaberên Sûrî rewşa tiracîdî ya dijwar û jiyana li gel cûrbecûr rengên êş û tengiyê dijîn û naxwazin vegerin malên xwe di dema mana vê rijêma kujer de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
27 kanûna pêşîn 2020