Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî hewildanê dikin ji bo ku dermanê vîrosa korona bo nişteciyên deverên rizgarkirî dabîn bikin.
Û di riya hevdîtineke rolane re li gel alavên ragihîandinê yên xwecihî û erebî, Elherîrî diyar kir ku hejmara pêketiyên vîrosa korona li deverên rizgarkirî yên tomarkirî gihîştiye zêdetir ji 19 hezarî, û hejamar yên pê mirine gihîştiye 293 kesî, û bal kişand ser ku metirsiya bêtara korona li deverên rizgarkirî bilind e, di dema kêmbûna kadroyan de, û rûxandina avahiyên tenduristî li deverê ji aliyê rijêmê û piştgirên wê ve.
Û Elherîrî cext kir ku dabînkirina dermên tiştekî girîng û hewcedarî lezê ye, û got ku ew hewildanê dikin ji bo derman bi her derê bigihînin, û pêwîstiya ku berî hemûyan bi kal û pîran û yên di karta tenduristiyê de dixebitin bigihînin, û zelal kir ku Hevbendiya Niştimanî li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî pêwendiyên xwe li gel saziyên tenduristî yên cîhanî û dewletên dost û bira dike ji bo bidestxistina dermên.
Û Elherîrî li ser rewşa kampên derbider û koçberan li deverên bakurê Sûriyê axivî, û bal kişand ser ku hatina zivistanê sebaret derbideran bobelat e, û hewcedarî bi kampan heye, û got “Em dixebitin ji bo ku bibin yek deng daku dengê xelkê kampan bighînin saziyan , dema baranê rewş di çadiran de bobelatî ye, ew jî dibe sedema pêketina hejmarek mezin ji xelkê bi vîrosa korona.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî