Bi serpereştiya ofîsa Yekîtî û Sendîkeyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî û Yekîtiya Sûrî ya Bokslihevdanê xoleke rahênan û hekemiyê di Baregeha Hevbendiya Niştimanî ya li devera Ezazê li gundewarê Helebê vekir.
Û di vekirinê de Endamê Hevbendiya, Niştimanî Necîb Rehmon, û Emîndarê Giştî yê Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, Ehmed Cemîl Elelî, û Endamê Komîteyê Serokê Yekîtiya Sûrî ya Bokslihevdanê, Ednan Qedor, amade bûn.
Û Ehmed Cemîl Elelî gotarek bi navê rêvebirî û rêxistinkirina werzişê û avahiya karê werzîşê pêşkêş kir, û di dûv re gotarek li ser bizîşkiya werzişê û birîndarbûna lîstikvana û xwarina werzişî û rola werzişê ya tenduristî di rûbirûbûna vîrosa korona de Serokê Yekîtiyên Werzişên Taybet D. Ibrahîm Şilaş pêşkêş kir, her weha gotarek di bin navê rê û zanîna rahênanê û pêşxistina werzişa Bokslihevdanê hate pêşkêşkirin.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî