Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Ednan Rehmon, şiroveyek li pêşiya Desteya Siyasî derbarê bûyerên ku li kampa Elminiye ya penaberên Sûrî li Libnanê pêşkêş kir, û eşkere kir ku kamp di riya kamîreyên xwedanê wê xaka ku kamp li ser ava bûye tête şopandin, û navên kesên êrîşî çadiran kirine li ba hêzên ewlekariyê yên Libnanî ne.
Û Rehmon li ser rewşa penaberên Sûrî piştî şewtandina kampê û hejmara malbatên ku ziyan dîne û li ser tirsa ku nişteciyên kampê di kêliya ku agir pê ketiye de dîne nemaze ya jin û zarokan axivî.
Û Rehmon diyar kir ku hin ji penaberan ji neçarî zarokên xwe di ser sûrê kampê re avêtin, û hinan jê pêxas ji tirsa agir û ji ber dengên bi tirs yên ku ji encama teqîna butlên gazê rûdane derketin.
Û şiroveyek li ser karên hawarçûnê û destpêşxeriyên takekesan ji aliyê xelkê deverê ve bo nişteciyên çadiran yên ku aware bûne hatine pêşkêş kirin û rola navenda Qiral Selman ya hawarçûnê û karên xêrxwaziyê yê ku pêdviyên kesên ziyan dîne li xwe girtine pêşkêş kir.
Û Rehmon bal kişand ser ku şewtandina kampê tewanek e, girûpek ji kesên pîs pê rabûne, û ew bicarekê nûnertiya gelê Libnanî yê nerazîbûna xwe derbarê vê tewanê anîye ziman nakin.
Û cext kir ku ev tewan tenê xizmeta berjewendiya rijêma Esed û Milîsên Hizbullah û alîgirên wê dike, û got ku dubarkirina bûyerên ji vî cureyî gotara nefreta dijî penaberan yaku hin kesayet li ser rijdin tîne meydanê, û got ku hin ji wan kesayetan siyasî û berpisyarên Libnanî ne.
Û Rehmon daxwaza sizakirina kesên di ber şewtandina kampê de berpisyar in kir, û tekez kir ku berpisyariya parastina penaberan li ser milê Netewên Yekbûyî ye, û niha ji her demê bêhtir ji wan tê xwestin ku parastina penaberên Sûrî li Libnanê bikin, û tevaya pêdviyên wan bi awayekî yekser û lezgîn dabîn bikin.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî