Hevbendiya niştimanî cext kir ku divê aliyên fermî yên Libnanî berpsyariyên xwe di ber tiştê li Minyê bûye û nekarîna wan wek herdemî ya parastina penaberan û rawestandina gotara nefretê yaku penaberan armanc dike hilgirin.
Û hevbendiya niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de duh got ku ji desthilatên Llibnanî tê xwestin ku li pay kesên bi awayekî yekser di ber vê tewanê de bierpisyar bikevin, wek pêngaveke pêwîst ji bo danîna sînorekî ji van cureyên tewanan re, û ji bo misogerkirina dadweriyê divê ewên berpisyar sizayê bibînin.
Û daxwiyaniyê got ku Hevbendiya Niştimanî rewşa penaberên Sûrî yên ziyan dîne piştî şewtandina kampa penaberan nîva şeva bûrî li Minyê ya libnanî dişopîne, û pêwendiyan li gel alî û saziyên têklidar dike, ji bo nirxanidina bûyerê û dabînkirina pêdviyên sereke bo yên ziyan dîne û avakirina çadirên wan ji nû de.
Û hevbendiya niştimanî sipasiyên xwe ji hemû alî û xelk û saziyên xwecihî û navdewletî yên bilez destên alîkariyê dirêj kirine pêşkêş kirin, û Navenda Qiral Selman ya Hawarçûnê û Karên Xêrxwazî spas dike ji ber wê ragihandiye ku ew amade ye pêdviyên kesên ziyan dîne li xwe bigre.
Û daxwiyaniya hevbendiyê tekezî li ser giringiya ku civaka navdewletî bi berpisyariyên xwe rabe kir, û daxwaza kar ji bo misogerkirina aştî û ewlehiyê bo penaberên Sûrî li Libnanê kir, û pêwîstiya ku civaka navdewletî kar bike ji bo ku jiyaneke bi rûmet ji wan re dabîn bike.
Û hevbendiya niştimanî ji civaka navdewletî xwest ku tevgereke lezgîn derbarê rewşa li sûrîyê bike, wek danîna çarçoveyekî tam ji bo çareseriya siyasî ji ber ku ew merc e ji bo penaber ji ber xwe ve vegerin, nemaze ku bi milyonan penaberên Sûrî rewşa tiracîdî ya dijwar û jiyana li gel cûrbecûr rengên êş û tengiyê dijîn û naxwazin vegerin malên xwe di dema mana vê rijêma kujer de.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî.