Serokê Partiyê Pêşverû ya Sosyalîst, Serwerê Libnanî Welîd Cinbilat, di ragihandinekê de li ser malperên mediya civakî de şermezariya rijêma Esed derbarê şewtandina kampên penaberên Sûrî li bakurê Libnanê û daxwaza rijêmê ku dadgeha Libnanî xwediyên kiryaran siza bike mîna şanoyê dît.
Û Cinbilat di riya tiwêterê re got ku çi şanoyeke ku tinazan bi heşê mirovan dike, ji aliyl çeteyên rijêmê yên ku gund û bajar bi temamî li Sûriyê wêran kirine, û xelkên wê piştî kuştina bihezaran girtî koçber kirine, û Libnan bi teror û kuştinê berbat kirine.
Tê zanîn ku berê jî Serokê Partiyê Pêşverû ya Sosylîst raghandinên cihê hêrskirinê yên Wezîrê Derve ê Libnanî Cibran Basîl dijî penaberên Sûrî û Filestînî li Libnanê red kirin.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku aliyên fermî yên Libnanî divê berpsyariyên xwe di ber tiştê bûye û nekarîna wan ya wek herdemî ya parastina penaberan û rawestandina gotara nefretê yaku penaberan armanc dike hilgirin, ji desthilatên Llibnanî xwest ku li pay kesên bi awayekî yekser di ber vê tewanê de bierpisyar bikevin, wek pêngaveke pêwîst ji bo danîna sînorekî ji van cureyên tewanan re, û misogerkirina dadweriyê divê ewên berpisyar siza bikin.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî