Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Girtiyê Filestînî Ismaîl Ehmed Elşimalî di zîndana Elsiwêdai de ji ber tunebûna guhdanê piştî 25 salan di zîndan û girtîgehên rijêmê de, li ser nivîs û nerînê siyasî wefat kir.
Mirina Elşimalî di girtîgehên rijêmê de tenê wek tewaneke hevdudaniye, ji ber ku bi ser tewana girtina bê guneh di va dema dirêj de, û tiştên ku rastyê hatiyê wek îşkence û bêpariyê, di dû re tewana guhnedana ku bûye sedema mirina wî tê.
Ev tewan nimûneyeke ji tiştên ku bi sedhezaran kur û keçên Sûriyê rastiyê tên, û tiştên ku bi hezaran penaberên Filestînî di girtîgehên rijêmê û zîndanê wê de bi dirêjiya deh salan ji îşkenceyê rastiyê hatine, û têde pir caran daxwaza mirinê kirine.
Divê doseya girtiyên di zîndanên rijêmê de di pêşiya xebatên civaka navdewletî û tevaya sazî û çalakvanan de be, ev doseya weke tewaneke zindiye û kêlî bi kêlî berdewam e, ji ber ku bi dehhezaran di rewşeke nayê tehmûlkirin û nejî tête bawerkirin de ne, û dermafên wan operasyonên darvekirinê yên rêxistinkirî û yên ji encamên guhnedanê pêk tên.
Divê tevgereke lezgîn ji aliyê dewlet û saziyan ve ji bo serbestberdana girtiyan û ji bo yên ku di zindanan de mane rizgar bibin bête kirin, nemaze jin û zarok û nexweş û navsal, û divê gihîştina xaça sor ya navdewletî bo girtîgeh û zîndanan misoger bibe, û çarenûsa binçavkiryan diyar bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
28 kanûna pêşîn 2020