Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres û Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan Michelle Bachelet, û Komîserê Bilind yê Karûbarê Penaberan Filippo Grandi, derbarê bûyerên şewtandina çadirên penaberên Sûrî li bajarokê Elminye ya Libnanî kir.
Û Elherîrî bal kişand ser ku kampa ku bi temamî agir pêketiye derdora 75 malbatî têde bûn û bêhtirê wan jin û zarok bûn, û got ku ew malbat di dema seqemê de bi çola ketin, û eşkere kir ku bi dehan ji penaberan govdeyên wan hate şewtandin û ew veguhastin nexweşxaneyan û birînên hinekan ji wan kûr in.
Û Elherîrî tekez kir ku yên gotara nefretê dijî penaberên Sûrî li Libnanê belav dikin, û dihêlin kiryarên berdewam û bi mebest li wir çêbibin, hin serdar û beşên Libnanî yên hevalbendên rijêma Esed li Libnanê e, û ew dibe sedema hejmarek ji tewanên li pey hev, û bal kişand ser ku ew di çareserkirina pirsgirêkan de wek tolhildan û tunebûna desthilata yasayî û windabûna heybeta dadweriyê mentiqê çanda berî dewletbûnê kûr dike.
Û Elherîrî got ku hin amûrên desthilata Libnanî bi awayekî herdem û domdar astengiyan di jiyana penaberên sûrî yên li libnanî dijîn peyda dikin, û dihêlin ku ew di rewşeke jiyaneyê ya dijwar de bijîn, û hejmara mezin ji wan di kampên hejaran de bûne niştecî, û ew herdem rastî kiryarên dijminkariyê tên, yên ku carinan dighêje asta tewanên dijî mirovahiyê.
Û Elherîrî pesnê hestên mirovahî yên beşekî mezin ji siyasetmedar û xelkê gelê Libnanî yê bira di pêşkêşkirina alîkarî û vehewandina penaberên ku konên wan şewitîne da, û sipasî û minetdariyên xwe bo xelkê Elminye û Terablis û tevaya bakurê Libnanê li ser hembêzkirin û alîkariyên ku ji bo penaberên Sûrî pêşkêş kirine û tewana şewtandina kampê û kesên kamp şewitandine şermezar kirine anî ziman.
Û Elherîrî dît ku berpisyariya parastina penaberên Sûrî yên ji ber rijêma Esed tev zaokên xwe reviyane Libnanê berpsyariyeke hevbeş e, û ew li ser milê desthilatên Libnanî û civaka navdewletî ye, li gorî peyman û urfên navdewletî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza sizakirina kesên ew kar kirine an bi awayekî kesane han dane kir, û careke din naveroka yadnameyên berê yên ku desthilatên Libnanê derbarê sizakirina gunehkaran xwe daye alî anî ziman, ji ber ku bandora handana li ser nefretê û gotara neheziyê li bal hejmarek mezin ji serdarên Libnanî bûye sedema rûdana binpêkirinan dermafê penaberên sûrî û ew jî wek tewanên dijî mirovahiyê tête hesibandin.
Û daxwaza rêşûnên lezgîn bo vehewandin û qerbokirina darayî û derûnî bo yên di bûyerên vê dawiyê de li Elminye ziyan dîne kir, û ji desthilatên Libnanî xwest ku kesên ev tewan pêk anîne di riya dadgeheke pak û serbixwe re werin cezakirin.
Û tekezî li ser pêwîstiya ku berpisyarên Libnanê yên girêdayî rijêma Esed dest ji derxistina çi raghandinên nijadperestî yên ku xelkê han didin li ser tundûtûjî û nefretê berdin, her weha lêpirsîn dermafê berpisyarên Libnanî yên xwediyên wan raghandin û kiryaran çêbibe.
Û cextî li ser pêwîstiya ku dewleta Libnanî pabendiyê bi peymanên navdewletî bike û sitandina tevaya rêşûnên girîng bo parastina penaberên Sûrî yên li ser xaka wê dijîn, her weha rêzgirtina li tevaya peymanên navdewletî yên taybet bi mafên mirovan û mafê penaberan kir.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî