Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi serokatiya Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî, lidar xist, û behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî kir, û raporên ofîs û rêvebirî û komîteyan berçav kirin.
Û di civînê de Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî, Enes Elebde û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra, amade bûn.
Û amadebûyan girîngî dan bûyerên şewtandina kampa penaberên Sûrî li bajarokê Elminye yê Libnanî, û Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan Ednan Rehmon, raporek li ser bûyerê pêşkêş kir, û amadebûyan rewşa malbatên aware bûne û gotara nefretê ya dijî penaberên sûrî ji aliyê hin kesayetên girêdayî rijêma Esed û Milîsên Hizbullah û piştgirên wê gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya ku Netewên Yekbûyî temama berpisyariyên xwe bo parastina penaberan hilgire û ku divê kesên tewan pêk anîne cezayê bibînin û nehêlana dubarebûna van bûyeran kirin.
Û Serokê Desteya Danûstandina Sûrî, şiroveyek derbarê pêşhatên pirosesa siyasî pêşkêş kir, û bal kişand ser ku deriyê têkliyê nemaze derbarê karê Komîteya Destûrî ya Sûrî li gel tevaya pêkhatan vekirî ne, û got ku komîte hîn ta niha negihîştiye ti encamê, û bal kişand ser ku gera dahatî ya di heyva kanûna paşîn ya dahatî de ye, û dê cara yekemîn ejinde û navaroka bi destûr ve girêdayî gengeşe bike.
Û di dûre Hevrêzkarê Ofîsa Şêwirên Stratîcîk Ehmed Remedan, kaxeza nirxandina helwestên rewşa siyasî û navxweyî û herêmî û navdewletî ya niha û bandora wan li ser doseya sûrî û doza gelê sûrî di warê pêkanîna hêviyên azadî û rûmet û veguhestina siyasî de pêşkêş kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan, Mihemed Yehya Mektebî, derbarê karê ofîsê û hevdîtinên dawîn li gel revendên Sûrî li cûrbecûr dewletan axivî, û encamên hevdîtina dawîn li gel saziyên Sûrî yên Emerîkî li Waşinton berçav kirin, û dît ku hevdîtin girîng û kartêker bû, û herdû alîyan têde li ser hejmarek ji gavên hevbeş lihev kirin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Yekîtî û Sendîkeyan Ebdilmejîd Berekat, rapora karên ofîsê nemaze yên girêdayî bi karê Komîteya Niştimanî ya Olompî Ya Sûrî û çalakiyên ku li vê dawiyê li deverên rizgarkirî pê rabûne û karê wan ê berdewam di rêxistinkirina werzişa Sûrî û rêvebirina wê de berçav kir.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî