Hevrêzkarê Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Mihemed Yehya Mektebî, rapora karê ofîsê li pêşiya Deteya Siyasî pêşkêş kir, û têde li ser çalakiyên ofîsê û pilana kar di pêwendiyên li gel tevaya Revendên Sûrî li seranserî cîhanê axivî.
Û Mektebî tekez kir ku ofîs di karê xwe de derbarê pêwendiyên li gel revendên Sûrî û hevrêzkariya bi wan re bo avakirina girûpên fişarê bo doza gelê Sûrî derbarê gihîştina çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 û pêkanîna hêviyên azadî û rûmet û veguhestina demoqrasî de berdewam e.
Û Mektebî hevdîtinên vê dawiyê yên ku ofîsê li gel hejmarek ji Revendên Sûrî lidar xistine, û ya herî dawîn li gel saziyên Sûrî-Emrîkî li Waşintin yaku encamên erênî jê derketine berçav kir.
Û Mektebî bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî nerîna xwe bo çareya siyasî li Sûriyê yaku li ser bingeha cîbicîkirina biryarên navdewletî ye û nemaze daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 diyar kir, û daxwaza berçavkirina vê nerînê li pêşiya rêvebiriya Emrîkî ya nû ji saziyên Sûrî-Emrîkî kir, daku bi hev re li ser cîbicîkirina wê bixebitin.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî