Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke sipasiyê arasteyî navenda Qiral Selman ya Hawarçûn û Karên Mirovahîyê kir, li ser gavên navendê yên bilez di pêşkêşkirina pêdviyan bo nişteciyên kampa penaberên Sûrî yên ku li vê dawiyê çadirên wan li bajarokê Elminye yê Libnanî şewitîne, her weha li ser karê navendê di dabînkirina cihên guncayî û dabînkirina pêdviyên wan de.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî minetdarî û sipasîyên xwe bo Xizmetkarê Herdû Cîgehên Îslamî yên Pîroz Qiral Selman Bin Ebdulezîz Al Siûd, li ser guhdana wî ya mezin bi doza Sûriyê û li ser piştgirîya herdem bo birayên Sûrî re û sivikkirina derdeseriyên wan di van rewşên dijwar de anî ziman.
Û elherîrî daxwaza hîn bêhtir xebatan bo piştgiriya penaberên Sûrî kir, û lav ji xweda kirin ku wan bi başî ceza bike, û ku xweda gelê Erebistana Siûdî li welatê wan biparêze, û aramî û xêrê li ser Qiraltiya Erebî ya Siûdî û herdû umetên Erebî û Îslamî berdewam bike.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî