Hevrêzkarê Ofîsa Yekîtî û Sendîkeyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdilmejîd Berekat, şiroveyek li pêşiya Desteya Siyasî li ser karê ofîsê pêşkêş kir, û têde li ser çalakiyên ofîsê û pilana karê wê û tiştê Ku Komîteya Niştimanî ya Olompî a Sûrî li deverên rizgarkirî pê radibe axivî.
Û diyar kir ku Komîteya Olompî li ser avakirina kadroyên werzişî li ser asta rahêner û hekem û lîstikvanan di cûrbecûr leystikan de kar dike, û bal kişand ser vekirina hejmarek ji xolên rahênanê yên ku hejmareke mezin ji yên rahênan kirine lê amade bûn, her weha lidarxistina yane û semînarên girêdayî pizîşkiya werzişî.
Û Berekat şiroveyek li ser pilana Ofîsa Yekîtî û Sendîkeyan û Komîteya Olompî di avakirina bingeheke werzişî ya pispor û amadekirina kadro û akadîmiyên li ser asta cûrbecûr lîstikên werzişî li deverên rizgarkirî pêşkêş kir.
Û Berekat zincîra pêwendiyên ku ofîsê li gel sendîkeyan li deverên rizgarkirî pê radibin û hejmara girêdanên ku li ser karûbarê sendîkeyî û karûbarê giştî dixebitin berçav kir, û li ser pêdviyên wan yekîtî û sendîkeyan axivî, û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriyê bo cîbicîkirina pilan û çalakiyên wan kir.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî