Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî bi tundî operasyona teroristî ya tirsonekî yaku îro balafirxaneya Eden ya Yemenê armanc kiriye û bûye sedema ketina bi dehan qurbanî û birîndaran şermezar dike.
Operasyona ku endamên Hikûmeta Yemenî ya nû di dema ku ew gihîştine balefirgeha Edenê armanc kirine, wek hewldanê daku xebatên vegerandina ewlehî û seqemgîriyê ji kar bixînin.
Bi navê tevaya Sûriyan Hevbendiya Niştimanî rawestana xwe li kêleka gelê Yemenê di şerê wî dijî terror û teroristan de û piştkiriya xebatên Netewên Yekbûyî bo rawestandina şer tekez dike, û cextiyê li ser pêwîstiya ku aliyên nakokiyê pabendiyê bi vegera ser masa danûstandinê bikin dike, ji bo derçûna çareyeke rewa yak u rola Îranê û yên bi ser ve ya wêrankarî li Yemenê bidawî bike, û ewlehî û aramiyê û serweriya dewleta Yemenê vegerîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
30 kanûna pêşîn 2020