Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, sersaxiyên germ bo hezkiriyên derhênerê mezin Hatim Elî pêşkêş kirin, û hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî di riya malpera tiwêtrê re li ser bandora koça derhênerê Ereb ê Mezin nivîs weşadin, û sersaxî ji bo malbat û dost û hunermendên azad û tevaya gelê Sûrî re pêşkêş kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî Nivîsî û tê de got: “Sersaxiyên germ ji bo koçkirina dawî ya derhênerê Sûrî yê mezin Hatim Elî re xwediyê afrandinên hunerî yên girîng û bi bandor” dilovaniya xweda li giyanê hunermendê mezin be û aramî ji malbat û hezkiriyê wî re.
Û Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî Enes Elebde got ku mirina Hatim ziyan bû bo huner û giyanê nûkirina wî, û xemgîniya ku li ser rûpelên Sûriyan îro diyar dibe nîşana bandora ku Hatim di wijdanê tevaya Sûriyan de hiştiye ye, û Elebde gotina xwe bi vê hevokê navnîşankiribû: “ji gelê ku ji huner û afrandinê hez dikir bû, huner bi xwe yek ji şêweyên şoreşê ye”.
Û Serokê Hevbeş ê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, berhemên Hatim Elî bi pabendî salx da, û got ku berhemên wî sûd ji dîrokê wergirtibû daku sîstema civaka me ji aliyê ramanî û sincî ve serrast bike, û diyar kir ku Hatim Elî li gel mafê gel rawestiya û piştgiriya zordariyê nekir.
Û Serokê Hikûmeta Sûrê ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa, eşkere kir ku Hatim Elî di nameya xwe ya hunerî û helwestên kesayetî de nêzî dilê sûriyan bû, û cenga rijêma kujer dijî Sûriyan erê nekir, û helwestên wî yên bi rûmet hebûn û azadîxwaz li kuderê bin dê wan helwestan bibîr bînin.
Û Endamê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat pirsî û got ku kiyê xerîbiya me bi herçar werzên xwe derxe holê, û dadweriya Umer di me de hişyar bike, padîşahên mezheban hilweşîne, û got: “dilovaniya xweda li te be Hatim Elî, te afirand û tu sozdar bû, û te pesnê sitekmaran neda”.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî, Faith Heson, dilovanî ji bo giyanî nivîskar û derhêner Hatim xwest û got ku em hîn derhêneriya te a dirameya balkêş Xurbetiya Filestînî di bîra me de ye, me nizanî ku emê çêjeke ji wê taltir bibînin, û te berî bi çend salan gotibû rewşa Sûriyê nebaş e, û gelê wê tirajêîdiyeke rasteqîn dikêşe, û bihna xwînê ji kolanan tê, û min ti rojê texmîn nekir ku bûyerên xwîndar li Sûriyê peyda bibin, û tiştê dibe dihêle ku ez li ser gel dil teng bim.
Û bi raya Endamê Hevbendiya Niştianî Zekeriya Melahifcî, ku Hatim Elî girîngtirîn derhênerên Sûrî bû, û diramayên wî yên nemir wek Xirbetiya Filestînî û Selah Eldîn ne a dawiyê Bihara Qurtube anîn ziman, û got ku di wijdanê Hatim Elî wek mirov de wateyên mêraniyê û dozên erebî amade bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Hatim Elî dilovaniya xweda lê be, xwe ji rijêma kujer nêzîk nekir, û li kêlek wî dijî gelê xwe nesekinîya, û sendîkeya hunermendan ya rijêmê ew ji sendîkryê bidûr xistibû, û ji Sûriyê çûbû û li Keneda rûniştibû, û diçû misrê û dihat daku karên xweyê hunerî bişopîne, û ew duh li Qahîreyê piştî kirîzeke dil di temenê 58 salî de çû ber dilovaniya xwedê.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî