Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebduletîf, şandek ji saziya “mil li rex mil” ya xwedanên pêdvitên taybet pêşwazî kir, û bi wan re behsa cûrbecûr pirsgirêk û derdeseriyên ku dikşînin û rêyên ku karibin tê re xwe bighînin tevaya xwedî pêdviyên taybet li Tirkiyê û li deverên rizgarkirî kir, daku hemû awayên alîkariyê û rahênanê ji wan re pêşkêş bikin.
Û di hevdîtinêî de Hevrêzkarê Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl Zuhêr Mihemed û Endama Desteya Giştî, Kifah Murad, amade bûn, û ji aliyê şandê ve Rêvebirê Cîbicêkar Fîras Elfewal û Serokê Encûmena Rêvebir Yosif Tirk Oglo û Endamê Encûmena Rêvebir Umer Nimir, amade bûn.
Û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebduletîf got ku Hevbendiya Niştimanî di riya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re dê hemû karînên xwe bo hêsankirina xebatên saziyê li deverên rizgarkirî bike.
Û Emîndarê Giştî bal kişand ser pêwîstiya belavkirina pirojeyên xwediyê pêdviyên taybet ger di riya piştgiriya yekser re, an di riya handan û alîkariyê ji bo vekirina ofîsên wan li deverên rizgarkirî re, an vekirina ofîsan li bajarên Tirkiyê yên ku penaberên Sûrî bi hejmareke mizin lê bûne niştecî.
Û Endama Hevbendiya Niştimanî Kifah Murad bal kişand ser ku di hundir her encûmenekî xwecihî de ofîseke hawarçûnê heye û bêhtirê xwediyên pêdviyên taybet qesta wê dikin, û got: Lê karê ofîsê tenê di warê alîkariyên hawarçûnê de ye, tevî hebûna hejmarek mezin ji wan kesan.
Û cextî li ser girîngiya pêwendiyê li gel wan ofîsan û hevrêziya li gel wan kir, û pesna rola saziyên di warê piştgirî û piştevanuya xwediyên pêdviyên taybet li deverên rizgarkirî dikin da.
ji aliyê xwe ve şandê saziyê ji Hevbendiya Niştimanî xwest ku dezgehên wê yên cîbicîkar li deverên rizgarkirî han bide li ser ku alîkariyê bo saziyê di warê pejirandinê ve û alîkariyê di hin warên locistîk re yên ku xwediyên pêdviyên teybet di dezgehên fermî re hewcedariyê ne, û di riya Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş re.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî