Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ruba Hebûş, pêşwaziya Girûpek ji qurbaniyên binpêkirinên mafên mirovan ên têkildarî doseya jinên ji zîndanên rijêma Esed hatine rizgarkirin kir, û bi wan re behsa rewşa jinên rizgarbûyî kir.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan Yasir Elferhan û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî û Hevrêzkarê Rêvebiriya Saziyên Civaka Sivîl Zuhêr Mihemed amade bûn.
Û amadebûyan guhdarî li dîdevaniya jinên ji zîndanên rijêma Esed rizgar bûne kirin, her weha behsa şêweyên îşkenceyên hovane yên ku endamên rijêmê dermafê jinên girtî pêkanîne kirin.
Û Elherîrî tekez kir ku rijêma Esed hewildanên xwe kirin ku dest bavêje tiştê pîroz li rex gelê Sûrî di riya girtina jinan û pêkanîna binpêkirinan dermafê wan di zîndanan de, daku gelê Sûrî ji aliyê rûmetê ve biêşîne û tiresê bike dilê wan.
Û Elherîrî cext kir ku jina Sûrî qurbaniyên mezin di tevaya qonaxên şoreşê de pêşkêş kirine, û bal kişand ser pêwîstiya beşdariya wan di tevaya aliyên jiyanê de nemaze di warê karê siyasî de, û li ser rabûna Hevbendiya Niştimanî bi firehkirina nûnertiya jinan di Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî de axivî.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi hemû sazî û ofîsên xwe ve kar ji bo gihandina dengê girtiyan û rizgarkirin û serbestberdana wan dike, û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî di tevaya hevdîtinên xwe de doseya girtiyan weke dozeke sereke datîne pêşiya doseyan, û hejmarek ji name û yadnameyên yasayî bo Netewên Yekbûyî û dewletên çalak di doseya Sûrî de re birê kirin.
Û bal kişand ser pêwîstiya nehêlana rijêmê ku doza girtiyan weke kaxezeke fişarê di pirosesa siyasî de bikar bîne, û wê wek doseyeke di ser danûstandinê re bibîne.
Ji aliyên xwe ve kesên amade li ser derdeseriyên jinên rizgarbûyî û pêdviyên wan axivîn, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya pêwendî û hevrêziyê ji bo gihandina dengê wan û jinên girtî kirin, û bal kişandin ser pêwîstiya piştgiriya girûpên têkildarî jinên rizgar bûne û yên girtî û dabînkirina pêdviyên wan, daku karê wan serrat bibe.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî