Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwiyaniyên dawîn yên pispora bîlarosî, Elena Dohan, li Encûmema Mafên Mirovan yên ku cihê matmayînê bûn, dema daxwaza rakirina sizayên Emrîkî yên girêdayî yasaya qeyser ji ser rijêmê kir, û xwest ku her tiştên pêwîst bigihînin rijêmê, wek ku ji nû de rijêmê bi serxînin û ser gelê Sûrî bisepînin û hemû tewan û binpêkirinên ku pêkanîne piştguh bikin, şermezar dike.
Ragihandinên Dohan nezaniya wê bi hûrgiliyên doseya sûriyê û aliyê rasteqîn ê berpisyar di ber tiştên ku hiştiye ku welat bighê vê astê diyar dike, ji ber ku wê gotara rijêmê ya girêdayî bi sernekeftinê û tewan û dizî û talanên dermafê gelê Sûrî avêt istûyê pilanên navdewletî û sizayên ji derve ve, tevî ku ew siza bi awayekî yekser bi cîbicînekirina rijêmê ji biryarên navdewletî û amadenebûna wê ya hevkariyê li ser asta siyasî girêdayî ne.
Her aliyên bobelatê yên têkildarî mafên mirovan in li Sûriyê, yekser girêdayî rêşûn û biryar û sitratîciyên ku rijêmê bijartine û jêre bi hevkariya li gel rijêma Îranê û Rûsiya pilan kirîye ne, û ku serhişkiya Rûsiya û helwestên wê yên piştgir bo rijêma tewanbar û parastina rijêmê ji çi tevgerên navdewletî yên cidî ew sedemên xirabûna rewşê ne.
Divê têkliya yekser di navbera sizayên Emrîkî ji aliyekî ve û redkirina berdewam ji aliyê rijêmê ve were destnîşankirin, û amaje bi pabendnebûna rijêmê bi biryarên Encûmena Ewlekariyê yên girêdayî bi çareya siyasî li Sûriyê û rijdiya wê li ser şopandina çareya leşkerî û pêkanîna tewanên dijî mirovan dermafê gelê Sûrî tevî tewanên kuştin û îşkence û dorpêçkirin û koçberkirinê bibe, û bi ser de rûxandina nexweşxane û xalên pizêşkî û dibistanan wek ku di hejmareke mezin ji raporên mafnasî û navdewletî de hatiye belgekirin.
Dohan bi çavekî berovajî li ketwarê sûriyê dinhêre, çimkê çênabe ji aliyê çi pisporê pak di warê mafên mirovan de, xelatkirina civaka navdewletî ji tewanbaran re bixwaze, lê belê vajî wê divê rizgarkirina vî gelî û dadgehkirina berpisyarên di ber tiştê ku bûye bixwaze.
Hevbendiya Niştimanî komîteyeke taybet bo şopandina cîbicîkirina Yasaya Qeyser ava kiriye, û ew li şopandina rewşa mirovahî li Sûriyê miqate ye, û di her fersendekê de daxwaza pêwîstiya pêgiriya bi hemû rêşûnan dike, daku siza neghêjin sivîlan, û tenê li ser rijêmê û bingeha wê û alavên wê yên leşkerî û aliyên piştgiriya wê dikin werin sepandin.
Hevbendiya Niştimanî careke din ji aliyên navdewletî yên çalak daxwaza hîn bêhtir pêngavên piratîk ên dê bibin alîkar ku sûriyê ji vê reşatiya ku rijêmê ew xistiyê xilas bibe dike, û anî ziman ku ev rijêm ji ser ya xwe daneketiye, û ji 50 salî de ne ku di bin fişarên navdewletî yên tund û gefên yekser yê bikaranîna hêzê de be pabendî bi çi biryarên navdewletî nekiriye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
31 kanûna pêşîn 2020