Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwiyaniyên dawîn yên pispora bîlarosî, Elena Dohan, li Encûmema Mafên Mirovan şermezar kirin û dît ku ew cihê matmayînê ne, ji ber ew daxwaza rakirina sizayên Emrîkî yên girêdayî Yasaya Qeyser ji ser rijêmê dike, û xwestiye ku her tiştên pêwîst bigihînin rijêmê, wek ku ji nû de rijêmê bi ser bixînin û ser gelê Sûrî bisepînin û hemû tewan û binpêkirinên ku pêkanîne piştguh bikin.
Û Hevbendiyê amaje kir ku ew daxwiyaniyên Dohan nezaniya wê bi hûrgiliyên doseya sûriyê û aliyê rasteqîn ê berpisyar di ber tiştên ku hiştiye ku welat bighê vê astê diyar dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku daxwiyaniyên wê bi gotara rijêmê ya girêdayî bi sernekeftinê û tewan û dizî û talanên dermafê gelê Sûrî davê istûyê pilanên navdewletî û sizayên ji derve ve, tevî ku ew siza bi awayekî yekser bi cîbicînekirina rijêmê ji biryarên navdewletî û amadenebûna wê ya hevkariyê li ser asta siyasî girêdayî ne, û alîkariyên xwarinê û yên dermanan ne tê de ne.
Û Hevbendiyê tekez kir ku serhişkiya Rûsiya û helwestên wê yên piştgiriyê bo rijêma tewanbar û parastina rijêmê ji çi tevgerên navdewletî yên cidî ew sedemên xirabûna rewşê ne.
Û Hevbendiya Niştimanî got: Divê têkliya yekser di navbera sizayên Emrîkî ji aliyekî ve û redkirina berdewam ji aliyê rijêmê ve were destnîşankirin, û amaje bi pabendnebûna rijêmê bi biryarên Encûmena Ewlekariyê yên girêdayî bi çareya siyasî li Sûriyê û rijdiya wê li ser şopandina çareya leşkerî û pêkanîna tewanên dijî mirovan dermafê gelê Sûrî tevî tewanên kuştin û îşkence û dorpêçkirin û koçberkirinê bibe, û bi ser de rûxandina nexweşxane û xalên pizêşkî û dibistanan wek ku di hejmareke mezin ji raporên mafnasî û navdewletî de hatiye belgekirin.
Û hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Dohan bi çavekî berovajî li ketwarê sûriyê dinhêre, çimkî çênabe ji aliyê çi pisporê pak di warê mafên mirovan de, xelatkirina civaka navdewletî ji tewanbaran re bê xwestin, lê belê vajî wê divê rizgarkirina vî gelî û dadgehkirina berpisyarên di ber tiştê ku bûye bixwaze.
Û hevvbendiyê diyar kir ku wê komîteyeke taybet bo şopandina cîbicîkirina Yasaya Qeyser ava kiriye, û ew li şopandina rewşa mirovahî li Sûriyê miqate ye, û di her fersendekê de daxwaza pêwîstiya pêgiriya bi hemû rêşûnan dike, daku siza neghêjin sivîlan, û tenê li ser rijêmê û bingeha wê û alavên wê yên leşkerî û aliyên piştgiriya wê dikin werin sepandin.
Hevbendiya Niştimanî careke din ji aliyên navdewletî yên çalak daxwaza hîn bêhtir pêngavên piratîk ên dê bibin alîkar ku sûriyê ji vê reşatiya ku rijêmê ew xistiyê xilas bibe dike, û anî ziman ku ev rijêm ji ser ya xwe daneketiye, û ji 50 salî de ne ku di bin fişarên navdewletî yên tund û gefên yekser yê bikaranîna hêzê de be, pabendî bi çi biryarên navdewletî nekiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî